Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu li Alanyaya navçeya Antalyayê li herêmên şewatê geriya.
Karaîsmaîloglu li navçeyê herêmên ku şeva 31ê tîrmehê agir bi daristanê ket û bi tesîra germê û bayê zêde bû, geriya.
Karaîsmaîloglu li taxa Bayirê ku herî zêde ziyan lê çêbû, geriya û bi welatiyan ra civiya.
Karaîsmaîloglu diyar kir ku li herêmê tesbîtkirina xesarê dest pê kir û dewlet bi hemû derfetên xwe li qadê ye.
Karaîsmaîloglu ji welatiyan ra got ku di her mijarê da piştgirî wê were dayîn û birîn wê werin pêçan.AA