"Karavana Diyariyê" gihîşt Şırnakê

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) zarok nikarin li kuçe û kolanan bilîzin.

"Karavana Diyariyê" gihîşt Şırnakê

 Karavana Diyariyan ya bi hevkariya Wezareta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî û Federasyona Klubên Sporê ya Lîstikên Zarokan va ji bo zarokên li herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn hatiye amadekirin gihîşt Şırnakê.

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) zarok nikarin li kuçe û kolanan bilîzin.

Ji bo ku zarok li malê dema xwe xweş derbas bikin pêlîstokên ji bo wan hatine amadekirin bi Karavana Diyariyê hatin barkirin ku ew bigihêjin destê zarokan.

Karavana Diyariyan gihîşt Şırnakê ku ji bo vê li ber Midûriya Werziş û Ciwaniyê bernameyek hat lidarxistin.

Alîkarê Walî Tunahan Efendîoglu di bernameyê da got ev xebateke gelekî baş e, zarok wê bi van pêlîstokan va dema xwe xweştir derbas bikin.

Efendîoglu got ji bilî teknolojiyê divê lîstikên hiş pêşva dibin jî bên lîstin û wiha dewam kir: "Federasyona me ji bo vê hewleke mezin dide. Ev ziyareta wan û xebatên ji bo zarokên herêmê bi qîmet in û biwate ne. Ez di serî da ji federasyonê ra, spasiya hemû kesên keda wan di vê xebatê da heye dikim."

Alîkarê Serokê Federasyona Klubên Sporê ya Lîstikên Zarokan Cumhur Melîkoglu jî daxuyand ew kêfxweş in ku li bajêr in û wiha got: "Ji bo ku rûyê zarokan bikene em dixebitin ku ev wezîfeya me ye. Armanca me ew e ku em li 14 bajaran xwe bigihînin qasî 10 hezar zarokan. Di karavana diyariyê da pêlîstokên wek neh kevir, kişik, mangala heye."

Midûrê Bajêr ê Xizmetên Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Muzaffer Akçam jî spasiya kesên ku keda wan di vê xebatê da heye kir.

Piştî axaftinan rayedaran pêlîstok dan zarokan û bi wan ra leyîstin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE