Wezareta Malbat, Spor û Xizmetên Civakî bi Federasyona Kulûbên Lîstikên Zarokan û Sporê re, bi navê “Karavana Xelatan” projeyek amade kir. Di çarçoveya projeyê de tireke tije xelat hat amadekirin. Tir heta niha çû du bajaran û gihîşt Tunceliyê. Karavan wê piştî Tunceliyê biçe bajarên din jî.
Di heyama pandemiyê de zarok nikarin ji malê derkevin û ji xwe re li derve lîstikan bilîzin.
Ji bo vê jî Wezareta Malbat, Spor û Xizmetên Civakî bi Federasyona Kulûbên Lîstikên Zarokan û Sporê re bi navê “Karavana Xelatan” projeyek amade kir.
Di çarçoveya projeyê de karavaneke tije xelatên zarokan hat amadekirin.
Karavan bajar bi bajar digere û xelatan dide zarokan. Karavana Xelatan piştî Malatya û Elazığê gihîşt Tunceliyê.
Ji bo hatina karavanê li ber avahiya Walîtiyê merasîmek hat lidarxistin.
Waliyê Tunceliyê û hin rayedar beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navê zarokên Tunceliyê xelat hat dayîn 3 zarokan.
Ji bo 500 zarokên din jî xelat hatin amadekirin û teslîmî rayedaran hatin kirin.
Karavana Xelatan wê paşê biçe 14 bajarên din ên li herêmê jî.