Karmend û karmendên teqawîd wê çi qasî zemê bistînin?

Sendîkayan beriya hevdîtinên komî daxwazên xwe diyar kirin....

Karmend û karmendên teqawîd wê çi qasî zemê bistînin?

Karmend û karmendên teqawîd wê çi qasî zemê bistînin? Tevî malbatên wan nêzî 20 milyon kesî eleqedar dike. Ev pêvajo di 1’ê tebaxê de dest pê dike. Gelo sendîka bi kîjan daxwazan wê werin ser maseyê. Memur-sen, kamu-sen û kesk wê çi qasî zemê bixwazin. Hurgilî di nûçeya me de ne …

Hikûmet û sendîkayên karmendan dê cara 5an bicivin.

Rêjeya zema 5 milyon karmend û 2 milyon teqawîdan piştî van hevdîtinan wê diyar bibe

Hevdîtin di 1’ê Tebaxê de wê bê kirin.

Konfederasyonan di 24ê Tîrmehê de daxwazên xwe yên ji bo zemê şandin Heyeta Karsazên Kamuyê.

Rêjeya zeman ne wekî hev be jî daxwaza hemû konferedasyonan zêdekirina mehaniyan e.

DAXWAZA MEMUR-SEN’Ê

“Em ji bo sala ewil ji sedî 8+7, ji bo sala din ji sedî 6+6 zemê dixwazin “

Sendîkaya rayedar Memur-Sen’ê ji bo 6 mehên ewil ên sala 2020an ji sedî 8, ji bo 6 mehên din jî ji sedî 7 zem xwest.

Her wiha sendîkayê xwest ku mehaniya herî kêm 200 lîre bê zêdekirin û ji sedî 3 jî para rehetiyê bê dayîn.

3600 nîşaneya pêvek û ji bo karmandan 2 hezar û 630 lîre îkramiyeya cejnê jî di nav daxwazan de ne.

Serokê Giştî yê Memur-Sen’ê Ali Yalçin: “me ji bo 2021an û pê ve ji sedî 2 para refahê, ji bo 6 mehên ewil ji sedî 6, ji bo 6 mehên dawî jî ji sedî 6 zem xwest. em ji bo herdu heyaman jî ferqa enflasyonê dixwazin.”

DAXWAZA ZEMÊ YA 2020-2021AN A MEMUR-SENÊ

SALA 2020AN(%) SALA 2021AN(%)

6 MEHÊN EWIL 6 MEHÊN DAWÎ 6 MEHÊN EWIL 6 MEHÊN DAWÎ

%8 %7 %6 %6

+%3 PAYA REFAHÊ +%2 PAYA REFAHÊ

+200 LÎRE ZÊDE ZEM Û ÎKRAMIYEYA CEJNÊ Û 3600 NÎŞANEYA PÊVEK

Kamu-Senê jî daxwaza xwe diyar kir.

Sendîqayê ji bo 2021an ji sedî 8 zêde 8 zem xwest. Her wiha dixwaze ku ji xeynî zemê di her du salan de jî mehanî 600 lîre bên zêdekirin.

KESK’ê jî ji bo sala 2020an bi tevahî ji sedî 38 zem xwest.

DAXWAZA ZEMÊ YA 2020-2021AN A KAMU-SEN’Ê

SALA 2020(%) SALA 2021(%)

6 MEHÊN EWIL 6 MEHÊN DAWÎ 6 MEHÊN EWIL 6 MEHÊN DAWÎ

%10 %10 %8 %8

+%3 PAYA REFAHÊ +%3 PAYA REFAHÊ

+600 LÎRE ZÊDE ZEM Û ÎKRAMIYEYA CEJNÊ

Serokê KAMU- SENê Önder Kahveci: “ji bo 6 mehên ewil û 6 mehên dawî yên 2020an ji sedî 10 zêde 10 û ji meha çileyê pê ve jî ji sedî 3 para refahê em dixwazin.

KESK’ê jî pêşniyaza xwe eşkere kir. Ji bo xebatkarên kamûyê ji bo sala 2020an ji sedî 38 zem xwest.

DAXWAZA ZEMÊ YA 2020-2021AN A KESK’Ê

SALA 2020AN(%) SALA 2021AN(%)

% 38 FERQA ENFLASYONA 2020AN

+%3 PAYA REFAHÊ

Civînên Peymana Komî dê mehekê bidome.

Heke lihevkirin çênebe dê Lijneya Dadweran a Wezîfedarên Kamuyê biryarê bide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE