Karsazê bi navê Orhan Kaçmaz, Li Bitlisê karokên çewligan dighîne û wan difroşe çar aliyên herêmê. kaçmaz dibêje em dixwazin bazara kuvarkên xwe hîn mezintir bikin.
Orhan Kaçmaz ligel malbata xwe, ev 5 sal in li Bilîsê kuvarkên çewligan dighîne.
Çewliga wan ji 10 odeyan pêk tê û salane li vir 240 ton kuvark tên gihandin.
Karokên çewliga Kaçmazan hema bêje li hemû bajarên herêmê tên belavkirin.
Lê ew dixwazin bazara xwe mezintir bikin û van karokan li çar aliyên Türkiyeyê bifroşin.