Kars dê bibe navenda kaşûnê

Kaşbaz êdî wê bi telesiyejê derkevin navenda kaşûnê…

Kars dê bibe navenda kaşûnê

Kaşbaz êdî wê rehettir herin Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê. Li Karsê ji bo kesên ku dixwazin kaşûnê bikin bi hêsanî derkevin navenda kaşûnê sîstema telesiyejê hat avakirin. Ji bo telesiyejê merasîm jî hat lidarxistin.

Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê, li herêmê navendeke girîng a kaşûnê ye.

Dema têr berf tê, kaşbaz û welatiyên ku ji kaşûnê hez dikin berê xwe didin virê.

Lêbelê ji ber berfa zêde derketina navendê gelek zehmet dibû.

Ji bo çareserkirina vê meseleyê gaveke girîng hat avêtin û li bajêr sîstema telesiyejê hat avakirin.

Bi saya vê sîstemê, êdî welatî dikarin bi rehetî û di demeke kurt de herin navenda kaşûnê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE