Karsazê ji bo bazirganiyê çûbû Sûriyeyê û hatibû girtin 10 sal şûnda azad e

Orhanê xwediyê saziya li Adiyemanê karê germkirinê dike di sala 2011an da ji bo kar çû Sûriyeyê.

Karsazê ji bo bazirganiyê çûbû Sûriyeyê û hatibû girtin 10 sal şûnda azad e

Vakkas Orhanê karsazê 10 sal berê ji bo bazirganiyê çûbû Sûriyeyê û hatibû girtin 10 sal şûnda gihîşt azadiya xwe. Orhan bi malbata xwe ra hat ba hev û gelekî hestiyar bûn.

Orhanê xwediyê saziya li Adiyemanê karê germkirinê dike di sala 2011an da ji bo kar çû Sûriyeyê.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir bi hinceta hin sûcan Orhan hat girtin. Orhan avêtin girtîgeha Helebê.

Orhan qasî demekê di hucreya yekmerivî da ma û 10 sal şûnda gihîşt azadiya xwe.

Orhan di 18ê gulanê da li Hatayê teslîmî rayedarên Tirkiyeyê kirin. Orhan duh bi malbata xwe ya li Yenîmeheleya navçeya Enqerereyê dijî ra hat ba hev.

Ayşe Orhana xanima wî, kur, nevî û eqrebeyên Orhan pêşwaziya wî kirin.

Bi salan şûnda malbat hat ba hev û ji şabûna hêsrê çavan nesekinîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE