Karsazê xêrxwaz dibistan da çêkirin

Mekteba seretayî û navîn diyariyî gundiyên xwe kir

Karsazê xêrxwaz dibistan da çêkirin

Li Şemzînana Colemêrgê karsazek ji bo zarokên gundê xwe dibistanek da çêkirin. Mekteba seretayî û navîn, bi kelecaneke mezin hat vekirin.

Li gundê Keleşika Şemzînanê Sabri Özelê karsaz, ji bo zarokên gundê xwe dibistan da avakirin.

Tevî Waliyê Colemêrgê Cüneyit Orhan Toprak, fermandarên eskerî jî beşdarî vekirinê bûn.

Özel bi vê xebatê xwe him zarok kêfxweş kirin him jî bû mînakek.

Şêniyê gundê Keleşikê jî, ji vê mektebe gelek kêfxweş bûn.

Piştî vekirinê waliyê bajêr Toprak, diyarî belavî xwendekaran kirin.

Li dibistanê 104 xwendekar wê bi pêşengiya 9 mamosteyan bixwînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE