Karsazên Tirk dixwazin bazirganiya bi Iraqê ra derxin 50 milyar dolarî

Kiliç bal kişand, welatiyekî Tirk ê ku tê Herêma Kurdistanê, divê bikaribe bi vîzeya ku ji vir distîne heya Besrayê biçe, lê gelek karsaz nikarin ji vir biçin Kerkûk, Mûsil, Bexda û Besrayê.

Karsazên Tirk dixwazin bazirganiya bi Iraqê ra derxin 50 milyar dolarî

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Türkiye-Iraqê (TISÎAD) Nevaf Kiliç destnîşan kir ku di Navendên Danûsitandinê (ND) yên li Iraqê da bi rêjeya sedî 90 marqeyên Tirk hene û herî zêde ev marqe tên tercihkirin û wiha got, "Bazirganiya me ya derva (ya bi Iraqê ra) par 20 milyar dolarî derbas bû. Armanca me 50 milyar dolar e."

Kiliç, peywendiyên bazirganiyê yên Türkiye-Iraqê, fealiyetên karsazên Tirk ên li Iraqê û her wiha pirsgirêkên wan ji peyamnêrê AAyê ra nirxandin.

Kiliç bal kişand, yek ji pirsgirêkên sereke yên karsazên Tirk ên ku li Iraqê fealiyetê dikin ew e ku gava vîzeya Iraqê distînin herî zêde serê wan diêşe. Kiliç diyar kir ku li derî ew ji Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo mehekê vîzeyê distînin, lêbelê ev vîze têrê nake ku ew herin başûrê Iraqê.

Kiliç bal kişand, welatiyekî Tirk ê ku tê Herêma Kurdistanê, divê bikaribe bi vîzeya ku ji vir distîne heya Besrayê biçe, lê gelek karsaz nikarin ji vir biçin Kerkûk, Mûsil, Bexda û Besrayê.

Kiliç bal kişand, wesayîtên bi plaqeya Türkiyeyê nikarin derbasî bajarên din ên Iraqê yên ji xeynî Herêma Kurdistanê bibin û wiha dewam kir, "Heger xeta Iraqê vebe, heger wesayîtên me yên bi plaqeya Türkiyeyê ji ser xeta Iraqê biçin, ev yek dê ji bo me zehf baş be. Lewra wesayîtên me dê hem biçin 18 parêzgehên Iraqê hemûyan û dê ji ser vê xetê ra bikaribin derbasî welatên din ên li Nîvgirava Ereb."

Kiliç da bibîrxistin ku sala 2013an piştî Almanyayê welatê duyemîn ê ku Türkiyeyê herî zêde îxracat dikir, Iraq bû lê ji ber ku rêxistina terorê DEAŞ sala 2014an ket herêmê amarên îxracatê daketin.

Kiliç bal kişand ku amarên îxracatê heya 10,8 milyar, 8,5 milyar û 7,6 milyar dolarî daketin, lêbelê van dawiyan îxracat salewextê dora 9 milyar dolarî pêk tê û wiha dewam kir, "Di NDyên li Iraqê da bi rêjeya sedî 90 marqeyên Tirk hene û herî zêde ev marqe tên tercihkirin. Îro gava hûn biçin NDyên li Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê hûn kîjan marqeyan bibînin, gava hûn herin NDyên li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê jî hûn ê heman marqeyan bibînin."

Kiliç her wisa bal kişand ku ew dixwazin hecma bazirganiya wan a digel Iraqê mezin bibe û wiha got, "Bazirganiya me ya derva par 20 milyar dolarî derbas bû. Armanca me ew e ku di bazirganiya me ya digel Iraqê da em bigihêjin 50 milyar dolarî. Bi rastî ez dixwazim vê yekê bêjim ku em naxwazin bazara Iraqê ji dest bidin ku têkeve destê Çîn, Hindistan an jî Îranê. Wekî karsazên Tirk em dixwazin di van bazaran da bêtir bi cih bigirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE