Karsazên xêrxwaz "deftera deyn" kirî

Endamên Şaxa Trabzonê ya MUSÎADê dikana Îsmaîl Aydin a li ser Kolana Sezaî Uzay a li Taxa Degirmendereyê ziyaret kirin û gotin dixwazin li gor kevneşopiya heyama Osmaniyan deftera deynan ji dikanê bikirin.

Karsazên xêrxwaz "deftera deyn" kirî

 Şaxa Trabzonê ya Komeleya Karsaz, Pîşesazan a Misteqil (MUSÎAD) kevneşopiya ji heyama Osmaniyan maye domand û deftera deynan a tê da deynê gel hatiye nivîsandin kirî.

Endamên Şaxa Trabzonê ya MUSÎADê dikana Îsmaîl Aydin a li ser Kolana Sezaî Uzay a li Taxa Degirmendereyê ziyaret kirin û gotin dixwazin li gor kevneşopiya heyama Osmaniyan deftera deynan ji dikanê bikirin.

Karsazan bi Aydin ra deynê di defterê da hatiye nivîsandin tesbît kirin. Karsazan bi Aydin ra bazariya xwe kir û ji bo defterê 6 hezar û 500 lire teklîf kirin û deftera deynê taxê kirîn.

Aydin got ji ber ku di meha remezanê da deftera deynan hat kirîn gelekî kêfxweş bû û wiha pê da çû: "Min deftera xwe ya ku di heyama Osmaniyan da jê ra digotn deftera "zimem" da MUSÎADê. Ez heqê xwe xweş helal dikim, ji kesên keda wan tevbûn ra jî sipas dikim."

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE