Kartolên Ahlatê li benda firotinê ne

160 hezar ton kartol li seranserê Tirkiyê tê firotin...

Kartolên Ahlatê li benda firotinê ne

Li Axlata Bitlîsê îsal nêzî 160 hezar hezar ton kartol hat rakirin. Nîvê vê li seranserê tirkiyê hat belavkirin, nivê wê jî li benda mişteriyên xwe ne. Cotkar ji rekolteya îsal memnûn in.

Yên ji bo xwarinê û yên ji bo tov ji hev diqetînin.

Piştre li zeviyan telîsên kartolan li ber hev rêz dikin…

Herî dawî ji bo bê tifaq bên firotin dixin embaran…

Cotkarên Axlata Betlîsê îsal jî kartolên ji zêviyan radikin û dişînin çar aliyên Tirkiyê.

Îsal rekolteya kartolan nêzî 160 hezar ton e û heta niha nîvê vê hat firotin. Nîvê wê jî li embaran li benda firotinê ne.

Cotkar ji mehsûla îsal razî ne û dibêjin: “em ji xeynî kartol, tovê kartolan jî dişînin bajarên din.”

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE