Karwana Diyariyan li Diyarbekirê bû

Bajar bajar geriya, herî dawî hat Diyarbekirê

Karwana Diyariyan li Diyarbekirê bû

Karwana diyariyan bajar bajar geriya û dilê zarokan xweş kir. Karwana ku diyariyan li zarokan belav dike heta niha çû 14 bajaran. Rawestgeha wê ya dawî jî Diyarbekir bû. Di çarçoveya kampanyayê de li zarokan pêlîstok hatin belavkirin û zarok têra dilê xwe lîstın.

Kampanyaya Karwana diyariyan di bin banê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de gihaşt merhaleya dawî.

Heta niha vê karwanê li 14 bajarên herêmê yên weke Meletî, Batman û Mêrdînê li gelek zarokan pêlîstok belav kirin.

Bi vê kampanyayê hat xwestin zarok di pandemiyê de karibin li malê bi pêlîstokan bilîzin.

Fînala kampanyayê li Diyarbekirê bû û zarokên Diyarbekirî jî bi diyariyan dilxweş bûn.

Karwana diyariyan li Diyarbekirê bi konser û lîstikên zarokan bi dawî bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE