Kaşûna şevê ya li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê eleqeyê dibîne

Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê ya li 2 hezar û 634 mêtro bilindahiyê di heyama vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da jî bi tevdîrên hatin hildan va îmkana tetîla ewledar dide.

Kaşûna şevê ya li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê eleqeyê dibîne

Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Sariqamîşa navçeya Karsê hezkiriyên xweşiqitandinê bi şev jî bi tê ra dilê xwe dişiqitînin.

Li Cibiltepeya di nav daristana çamê da bi berfa xwe ya krîstal û pîsta xweşiqitandinê ya dirêj va di nav navendên turîzma zivistanê yên Tirkiyeyê da meha adarê jî bala turîstên xwecî û biyanî dikişîne.

Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê ya li 2 hezar û 634 mêtro bilindahiyê di heyama vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da jî bi tevdîrên hatin hildan va îmkana tetîla ewledar dide.

Ji ber ku li vê derê xetereya aşît, mij, bagerê tune seranserê zivistanê turîstên xwecî û biyanî tên Cibiltepeyê. Xêncî nav rojê bi şev jî bi roniyên hatin bicîkirin va ziyaretvan li pîstê xwe dişiqitînin.

Hezkiriyên xweşiqitandinê li pîstên bi nimareya 5 û 1êyên tên ronîkirin bi şev jî qasî 5 kîlomêtroyan xwe dişiqitînin.

Xweşiqitandina şevê gelekî ecibandin

Yîgît Konukê ji bo tetîlê ji Stenbolê hatibû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tebîeta vê derê gelekî rind e û navendeke xweşiqitandinê ya serkeftî li vê derê heye.

Konuk destnîşan kir ku ev cara ewil e tê vê derê û wiha axivî: "Me bi roj xwe şiqitand û bi şev jî bi sonowbordê min xwe şiqitand. Di nav daristana çamê da xweşiqitandina şevê gelekî xweş e. Bi rastî kêfxweşiyeke baş bû û em kêfxweş bûn."

Atakan Çelîkê hezkiriyê xweşiqitandinê jî got, "Em ji bo tetîla xweşiqitandinê bi malbatî hatin Sariqamîşê. Me got xêncî şiqitandina rojê em ya şevê jî biceribînin. Li welêt hemû navendên xweşiqitandinê yên me ne û em bi dilhezî tên."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE