Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê, ji bo çand, huner û kelepora herêmê xizmetên girîng dike. Şaredariyê herî dawî ji bo nexş û motîfên xalîçeyên herêma Vanê winda nebin katalogek amade kir. Di katalogê de 30 xalîçeyên gelek orjînal û balkêş hene.
Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê, ji bo berdewamiya çand û hunera bajêr xizmetên girîng dimeşîne.
Şaredariyê piştî ansîklopediya bajêr vê carê jî derheqê reng, nexş û motîfên xalîçeyên herêmê de katalogeke berfireh amade kir.
Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez : Em ji bo xelkê xwe li aliyekî xebatên şaredarî û binesaziyê, li aliyê din jî ji bo berdewamiya çand û hunera herêmê dixebitin.
Di katalogê de ji dewra Ûrartûyan bigirin heta îro 30 xalîçeyên orjînal û xweşik hene.
Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez : Ji wextê Ûrartûyan bigirin heta îro me 30 xalîçeyên cihê tespît kirin. Piştî vê jî me di atolyeya xwe de hemû nexş û motîf risandin.
Şaredariyê ji bilî vê ji bo çêkirina xalîçeyên atolyeyek jî vekir.
Li atolyeye 120 xebatkar û kursiyer dixebitin.