Kazimi: "Iraq cidî ye ku deriyê xwe ji veberhênanên Türkiyeyê ra veke

Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku welatê wan dixebite ku deriyê xwe ji veberhênanên Türkiyeyê ra veke, bingeha aboriyê fire bike û hewcedariya bi petrola xam kêm bike.

Di daxuyaniya Ofêsa Serokwezîriya Iraqê da hat destnîşankirin ku Kazimiyê ji bo temasên fermî hat Iraqê bi gelek şirket, veberhênan û karsazên Tirk ra hat ba hev. Kazimî bi karsazên Tirk ra axivî ku prosedurên veberhênanê hêsan bikin, astengan rakin û prosedurên burokratîk kêm bikin û Kazimî wiha got: 

"Iraq cidî ye ku deriyê xwe veberhênerên Tirk ra veke û bingeha cotkarî û pîşesaziya aboriya welêt fire bike, hem hewcedariya bi petrola xam kêm bike hem jî veberhênan û tecrûbeyên Türkiyeyê bi awayê hêzdar bîne Iraqê."

Mistefa Kazimiyê li ser daweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh hat Enqereyê bi merasima fermî hatibû pêşwazîkirin. Serokomar Erdogan paşê ji bo xatirê Kazimiyê Serokwezîr xwarin dabû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE