Kûçıkên bêxwedî êrîşî keriyê kirin

Bi dehan mî mirar bûn, gelek ji wan jî birîndar

Kûçıkên bêxwedî êrîşî keriyê kirin

Li Mûşê kûçikên bêxwedî bûn belayê serî gundiyan. Kûçikan êrîşî pezê gel kir. Bi dehan mî mirar bûn û gelek ji wan jî birîndar kirin.

Li gundê Pertaka Mûşê kuçik ketin gund.

Çeteya kûçikan 30 mî mirar kirin,10 mih jî birîndar bûn. Herwiha gundî li pey 10 mihên xwe yên wenda ne.

Mihên mirar li derdorê belav bûne.

Gundî ji bo ku nexweşî belav nebe bi traktoran termên mihên xwe berhev kirin.

Niha bala wan li ser birîndaran e.

Gundî ji ber nexweşiyan ditirisin ku şîr û goştê ajalan bixwin.

Herwiha gundî dibêjin li gundê wan cara ewil e komkujiyeke wiha ya heywanan çêbûye.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE