KDV’ya wesayîdên destê 2yem tê daxistin

Di teslîma wesayîdên ku bi baca ji sedî 18yê hatine kirîn dê bac heman be...

KDV’ya wesayîdên destê 2yem tê daxistin

KDV’ya ku ji wesayîdên destê duyem tên standin wê bê daxistin. Hûrgiliyên verastkirinê diyar bûn. Di kirîna wesayîdê de çiqas kdv hatibe dayîn, di firotinê de jî divê ewqas bê dayîn.

Wezareta Xazîne û Darayiyê verastkirina derbarê firotina wesayîdên destê 2yem de, di Rojnameya Fermî de weşand.

Guhertin wê ji 22ê Adara 2019an û pê ve nikeve meriyetê.

Ger di bazirganiya wesayîdên destê 2yem de wesayîd bi KDV’ya ji sedî 1ê hatibe kirîn, di teslîmatê de jî ji bo wesayîdê wê ji sedî 1 KDV bê dayîn.

Di teslîmata wesayîdên ku bi KDV’ya ji sedî 18ê hatine kirîn jî, dîsa kdv wê ji sedî 18 be.

Di belgeyên kirînê wên ku wê piştî 22ê Adarê bên kirîn û firotindê rêjeya kdvê karibe bê daxistin.

KDVya otomobîlên ku beriya 22ê Adarê ji bo firotinê hatine kirîn lê ne hatine firotin jî dê karibe bê daxistin.

Sepandin bi tenê ji bo wesayîdên ku ji bo bazirganiyê hatine kirîn û firotin hat derxistin. Di kirîn û firotina wesayîdên şexsî de erzaniya KDVê tune.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE