Kebaba buryanê ya Bitlisê belgeya îşareta coxrafî sitand

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bitlisê (TSO) Davut Tezcan got ku ji bo kebaba buryanê belgeya tescîlê ya îşareta coxrafî hildan.

Kebaba buryanê ya Bitlisê belgeya îşareta coxrafî sitand

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bitlisê (TSO) Davut Tezcan got ku ji bo kebaba buryanê belgeya tescîlê ya îşareta coxrafî hildan.

Tezcan daxuyaniyek da rojnamevanan û behs kir ku li gor çavkaniyên dîrokî li Bitlisê hin gundiyan kebaba buryanê îkramê Muradê 4emîn ku derkete Sefera Revanê kirine.

Tezcan got ji bo ku xwedî li dîrokê derkevin û kebaba buryanê îşareta coxrafî hilde serî li Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan dan û serlêdan erênî hat bersivandin û wiha axivî:

"Bila ji bo bajarê me bi xêr be. Em ê ji zanîngeh û saziyên din heyetekê ava bikin û buryanê bînin cihên baştir. Wextekî Sêrt navçeyekî Bitlisê bû. Herçiqas ew bibêjin ku buryan ya Sêrtê ye jî çêkirina wan bi temamî ji hev cuda ye. Em buryanê bi temamî di hilmê da dipêjin. Ji xeynî xwêya karê tu baharên din naemilînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE