"Kebaba cîgerê" ya Diyarbekirê hat tescîlkirin

Di şahiya li Pireya Dehderî ya Dîrokî hat kirin da 600 porsiyon kebaba cîgerê îkramî beşdarbûyiyan kirin

"Kebaba cîgerê" ya Diyarbekirê hat tescîlkirin

Bajarê Diyarbekirê bi dîrok û çandên li ser xwe dihewîne dewlemend e û her wiha ji hêla xwarin û xurekên xwe va jî navdar e. Ji xwarinên bajarê Diyarbekirê ku yek jî "kebaba cîgerê" ye û ji alî Saziya Marqe û Patentê ya Tirk va hat pesendkirin.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê ji bo tescîlkirina "kebaba cîgerê" belgeya nîşaneya erdnigariyê hilde serî lê dabû û "kebaba cîgerê ya Diyarbekirê" jî di nav tehmên tescîlkirî da ciyê xwe girt.

Kebaba cîgerê ya Diyarbekirê ku di her danî da tê xwarin ji ber li ser navê bajêr hat tescîlkirin li ser Pireya Dehderî ya Dîrokî şahî hat kirin.

Di şahiyê da kebaba cîgerê ya ku ji serê sibehê va çêkirina wê dest pê kiribû û hatibû amadekirin li mêvanan hat belavkirin.

Bi qasî 600 porsiyon kebaba cîgerê li mêvanên ku Parlementerên Ak Partiyê yên Diyarbekirê Mehmet Mehdî Eker, Ebubekîr Bal û Oya Eronat û gelek kesên din jî beşdar bûbûn, hat belavkirin. Eker di axaftina ku kir da bi bîr xist ku bajarê Diyarbekirê li ser xwe 33 şaristanî hewandiye û ji wan her yekê berhemên xwe li ser wê axê hiştine û wiha domand: "Em dixwazin Diyarbekirê bi xweşiyên wê bidin nasandin û heta niha 48 berhemên Diyarbekirê li ser navê wê hatine tescîlkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE