Îro 23ê nîsanê roja serdestiya netewî û cejna zarokan e. Li çar aliyên welêt bi merasîm û çalakiyan ev roj tê pîrozkirin. Li mêrdînê jî keçikeke 5 salî di merasîmê de sirûda neteweyî bi hêstiyarî û kelogirî xwend.
Jinên Navenda Malbatê ya Qeymeqamiya Qoserê, ji bo 23ê Nîsanê Roja Serdestiya Netewî û Cejna Zarokan pîrozbahî li dar xist.
Di çalakiyê de Cemrenur Çaliya 5 salî, sirûda neteweyî hemû ji ber xwend.
Keçika piçûk a ku hestiyar bû û rondik ji çavên wê hatin xwarê gelek hat ecibandin.
Pîrika Cemrenûrê got: “Maneya sirûdê zane û ji ber wê pir kelogirî dibe”