Keçika ji rêxistina terorê reviya tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Dayikên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 158 roj in çalakiya xwe didomînin.

Keçika ji rêxistina terorê reviya tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Keçika ji PKKya rêxistina terorê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihîjin zarokên wan ên bi xapandin revandine serê çiyê, bû.

Dayikên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 158 roj in çalakiya xwe didomînin. 

F.T ya 21 salî ya ku 5 sal berê ji Hakkariyê bi xapandin revandibûn serê çiyê û 8 meh berê ji rêxistinê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû duh Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir û îro jî tevlî çalakiya wan bû.

F.T ya ku tevlî Serokê Komeleya Malbatên Şehîd ên Hakkariyê Îbrahîm Adiyaman hat pêşiya avahiya HDPê got ku ji bo piştevaniyê ew ê bi qasî hefteyekî tevlî dayikan çalakiyê bidomîne.

Di xeberdana xwe da F.Tê destnîşan kir ku mensûbên rêxistina terorê ew bi darê zorê ji gund revandin û birin Iraqê.

F.T li ser bîranînên xwe yên zor û zehmet ên di nav rêxistinê da derbas kir sekinî û ji bo çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê jî got: "Ez jî beşdarî vê çalakiya ku bi rê va dibin, bûm. Em ji dil û can hatin bal dayikan. Ez hêvî dikim ku hêstirên van dayikan ji bo hemû malbatan bibin hêvî. Ez piştgiriyê didim hemû çalakiyên ku dayik dikin. Ma yê ji destê min tê jî ez ê bikim."

Di bangewaziya xwe ya ji bo ciwanên bi xapandin revandine serê çiyê jî got: "Ez ji serê çiyê reviyam û hatim, min ji bo xwe wek mînak bihesibînin. Ez li pişt we û hemû dayika me. Ji wan xerabî û îşkenceyên li ser me tên kirin xilasbûna herî hêsan ew e ku werin û teslîmî Tirkiyeyê bibin. Herkes dixwaze bê û bigihêje malbata xwe. Werin bi dewleta xwe ra bibin yek û teslîm bibin. Di bin zext û zordestiyê da nemînin. Dewlet hertim li cem we ye."

F.Tyê ragihand ku gelek kesên dixwazin ji serê çiyê bên û teslîm bibin hene û ji serkêşên rêxistinê ra got ku êdî kes naxwaze bi wan ra tevbigere û xwest ku bila pêşî li ciwanan vekin da ku bên û bigihîjin malbatên xwe.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2020, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE