Ked û xebata bi salan

Hostayê Cizreyî 73 sal in sefariyê dike

Ked û xebata bi salan

Nezîrê Ken’an ev 83 sal in li Cizreyê dijî. Ev 73 sal in jî sefariyê dike. Mamê Nezîr dibêje; ji ber zêdebûna amurên teknolojîk ev meslek hatiye jibîrkirin..

Navê wî Nezîrê Ken’an e û li Cizîrê dijî. Hêj di zarokatiya xwe de dest bi sefariyê kiriye.

Niha 83 salî ye û 73 salên xwe di çêkirin û temîrkirina sifiran de derbas kiriye.

Mamê Nezîr dibêje; ji ber derketina amurên teknolojîk ev meslek hatîye jibîrkirin..

Hosteyê jêhatî li cihê xwe gelek tiştan temîr dike.

Hostayê navborî ji ber rewşa karê xwe gelekî xemgîn e.

Mişteriyên mamê Nezîr ji wî zehf hez dikin û bi saya wî dîroka sefarîyê hîn dibin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE