Li Elezîzê kursiyerên navenda perwerdeya gel, di rojên vîrûsa koronayê de jî nesekinîn û li mala xwe xebitîn. 250 jinên kursiyer li malê berhemên gelek xweşik û delal çêkirin. Piştî 3 mehan jî ew berhem anîn pêşaneyê.
Ji xalî, kevnik û goreyan, heta lîfik û pitikên zarokan...
Ev berhemên xweşik û delal hemû di dema vîrûsa koronayê de bi destê jinên kursiyer hatine çêkirin.
Li Elezîzê 250 jinên li Navenda Gel a Perwerdeyê, hînî hunerên cuda bûbûn. Ew jinik di dema vîrûsa koronayê de jî destvala nesekinîn.
Wan li mala xwe berhemên yek ji yekî xweşiktir û delaltir çêkirin.
Piştî 3 mehan jî anîn pêşaneya Navenda Perwerdeyê.
Jinên kursiyer bi xêra perwerdeyê him li malê destvala nasekinin, him jî pişt didin debara mala xwe.