Keleha Kolikê piştî 17 salan deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vedike

Waliyê Adıyamanê Mahmut Çuhadar diyar kir, keleha ku restorasyona wê kuta bû dê vê mehê ji ziyaretê ra were vekirin.

Keleha Kolikê piştî 17 salan deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vedike

Li Adıyamanê Keleha Kolikê (Kahta) ya ji hêla Şaristaniya Komageneyê li ser girekî bilind hatiye çêkirin, piştî 17 salan ji bo ziyaretê vedibe.

Keleha li ser guzergeha tûrê ya Çiyayê Nemrûdê ya şopên sê şaristaniyan li ser in, di sala 2005an da ji ber sedemên ewlekariyê ji ziyaretê ra hat girtin. Li kelehê her wisa di sala 2015an da li 3 etabên cuda xebata restorasyonê hat destpêkirin û xebat îsal kuta bûn.

Li keleha ku tê da xirabeyên mizgeft, sûk, zindan û erqên avê hene, terasa cam jî hat çêkirin. Ziyaretvan dê bikaribin ji terasê ji xwe ra Ava Kolikê temaşe bikin.

Waliyê Adıyamanê Mahmut Çuhadar diyar kir, keleha ku restorasyona wê kuta bû dê vê mehê ji ziyaretê ra were vekirin.

Çuhadar diyar kir ku li kelehê gelek şaristanî hatine û çûne û wiha dewam kir:

"Li Adıyamanê di çarçoveya Projeya Zindîkirina Sektora Turîzmê da Keleha Kahtayê ket xizmeta welatiyên me. Em pir bi hêvî û bextewar in. Ji bo turîzma Adıyamanê bira bi xêr be."

Serokê Qada Nemrûdê ya Komageneyê Onur Yildiz jî diyar kir ku xebatên restorasyona kelehê di 3 etaban da kuta bûn û her wiha li kelehê terasa cam hat çêkirin.

Mixtarê Gundê Kocahîsarê Îzzet Avci jî diyar kir ku ew bi kelecaniyeke mezin li benda vebûna kelehê ne û gazî turîstên xwemalî û biyanî kir ku bên dîtina vê dîroka bêhempa.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE