Keleha Urfayê di meha tebaxê da ji bo ziyaretan wê dîsa bê vekirin

Keleha Urfayê ya li jora Gola Masiyan e û 3 sal e xebatên nûkirin û kolandinê lê dewam dike di meha tebaxê da ji bo ziyareta turîstên herêmî û biyanî wê bê vekirin.

Keleha Urfayê di meha tebaxê da ji bo ziyaretan wê dîsa bê vekirin

Keleha Urfayê ya li jora Gola Masiyan e û 3 sal e xebatên nûkirin û kolandinê lê dewam dike di meha tebaxê da ji bo ziyareta turîstên herêmî û biyanî wê bê vekirin.

Seroka Kolandinê ya Keleha Urfayê û Hîndekara Beşa Hunerên Dîrokî ya Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Gulrîz Kozbeyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi serkêşiya Wezareta Çand û Turîzmê û hevkariya Walitî Şaredariyê li 4 cihên kelehê xebatên kolandinê tên kirin.

 "Armanca me ew e ku di meha tebaxê da em dîsa ji bo ziyaretê vekin"

Kozbeyê got keleha ku nayê zanîn kingê hatiye çêkirin bi stûnên xwe yên 15 mêtroyî û bermayiyên xwe yên dîrokî va li bajêr balê dikşîne.

Kozbeyê anî ziman keleh ji dema Ebasiyan maye û bi hezaran turîstên tên ziyareta Gola Masiyan vê derê jî meraq dikin û wiha axivî: "Me di nava meha gulanê da dest bi xebatên kolandinê yên 2022yan kir. Armanca me ew e ku heta nava meha çileya pêşîn em 6 mehan xebatên kolandin û nûkirinê bidomînin. Ev keleh heta sala 2018yan ji bo ziyaretê vekirîbû. Di 2018yan da ji ber tevdîrên ewlehiyê hatibû girtin. Armanca me ew e ku di meha tebaxê da em dîsa ji bo ziyaretê vekin. Keleh perçeyek ji hawirdora Gola Masiyan e, ji vir hemû Şanliurfa tê dîtin. Ji ber vê em dixwazin wek beriya sala 2018yan turîstên herêmî û biyanî bila dîsa bikaribin bên vê kelehê bigerin."

 Rêyeke meşê ya 300 mêtroyî wê bê çêkirin

Prof. Dr. Kozbe got xebatên kolandin û nûkirinê wê bidomin lê di heman demê da ziyaretvan jî wê dîsa bikaribin bên kelehê bigerin û wiha dewam kir: "li fora keleha me rêyeke meşê ya 300 mêtroyî wê bê çêkirin. Ji bilî wê em ê di kelehê da qadeke wênekişandinê jî çêbikin. Em ê ewlehiya ziyaretvanên me biparêzin û xebatên me dewam dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE