Keleha Yeşîlaliçê ya ku di dewra Urartuyan da hatiye çêkirin

Li Wanê Keleha Yeşîlaliçê ya dewra Urartuyan li bendê ye ku bi turîzmê bidin qezenckirin

Keleha Yeşîlaliçê ya ku di dewra Urartuyan da hatiye çêkirin

Li Seraya navçeya Wanê Keleha Yeşîlaliçê ku di dewra Urartuyan da hatiye çêkirin û li dora wê 5 mêtre deriyê kevnar û sarinc hene, li bendê ye ku bi turîzmê bidin qezenckirin.

Keleh li taxa Yeşîlaliça ser navçeyê ye û weke perestgeheke servekirî ye. Li ser deriyê kelehê bi Rarartûyî nivîstek heye, keleh bi sarinc û resmên ser zinaran va balê dikişîne.

Mixtarê taxa Yeşîlaliçê Huseyîn Çam diyar kir ku keleha dîrokî 2 kîlomêtre dûrî gundê wan e.

Çam diyar kir ku, heke keleh ji bo turîzmê were amadekirn û seba turîzmê were vekirin, jimara kesên ku tên herêmê wê zêde bibe û wiha dewam kir, "Gundê me 35 kîlomêtre dûrî navçeyê ye. Em li bendê ne ku keleh û çaviyên din werin keşifkirin. Ev der cihekî dîrokî ye. Salên borî qefleyên turîstan dihatin ziyaretê, lê di demên dawîn da jimara ziyaretvanan kêm bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE