Keleha Zerzevanê dê zûtir bê kolan

Safir Tuz dê 20 salan alîkariya xebatkaran bike

Keleha Zerzevanê dê zûtir bê kolan

Ji bo piştgirîya xebatên arkeolojîk û danasîna berhemên dîrokî wezareta çand û turîzmê bi fîrmaya safîr tûzê re protokol îmze kir. Li gorî vê peymanê dê fîrma 20 salan ji xebatên keleha zêrzevanê re sponsorîyê bike…

Li herêmê bi sedan berhemên giranbûha yên dîrokî hene. Ji wan yek jî Keleha Zêrzevanê ye. Di sala 2014an de xebatên arkeolojîk li kelehê dest pê kir.

Niha derdora kelehê tê kolan. Ji bo piştgiriya xebat û danasîna vê berhema dîrokî protokolek hat îmzekirin.

Wezareta Çand û Turîzmê bi fîrmaya Safîr Tûzê re peyman danî. Li gorî vê peymanê dê fîrmeya Safîr Tûzê ji bo 20 salan sponsorîya danasîn û xebatên li Keleha Dîrokî bike.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Nadir Alparslan: "Li Keleha Zêrzevanê me derfetên wezaretê seferber kirin. Êdî li wê derê 12 mehan şixul dê nesekine. Safîr Tûzê jî ji bo sponsorîyê serî li me da û got em ê 20 salan piştgirîya kolandin û xebatên li vê derê bikin. Me jî bi wan re protokolek danî."

Serokê Lijneya Rêveberina Safir Tuzê Nihat ÖZPİNAR ji Çinara Dîyarbekirê ye. Özpinar destnîşan kir ji bo parastin û danasîna berhemên dîrokî yên li herêmê çi ji destan wan bê dê bikin.

Bi vê peymanê êdî dê berhemên li Keleha Zêrzevanê bi awayekî zûtir ji bin axê werin derxistin. Ew ê ji bo turîzmê herêmê jî bibe piştgirîyeke mezin.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE