Omer Can Kayayê miteşebis ê Agirî ji bo ku têxe restoran ji Samsunê bi TIRê va kelekek anî û danî Çemê Taşliçayê.
Kaya ji bo li bajêr ji welatiyan ra xizmeteke cuda bike, dixebite û ji Samsunê kelekek kirî.
Kaya ji Lîmana Samsunê bi vîncê va keleka ku 21 mêtre dirêj e, li TIRê bar kir û di 3 rojan da anî bajêr û danî ser Çemê Taşliçayê ku ji nav baxçeyê milet ra derbas dibe.
Navê kelekê danîn "Keştiya Nûh" û kelek bala şêniyên herêmê dikişîne. Kelek wê wekî restoraneke 2 qatî were sêwirandin û çêkirin.
Omer Can Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, demeke dirêj e dilê wî hebû ku kelekekî bîne Agiriyê.
Kaya daxuyand ku kelek li baxçeyê milet hat û wiha dewam kir:
"Ji bo ku vê kelekê bikirim, li hemû lîmanên Tirkiyeyê geriyam. Me li Samsunê kelek dît. Em ê kelekê veguherînin restoraneke 2 qatî û wê ji 200 kesî ra xizmetê bike."
AA