Kelha Zerzevanê kete Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê

Kolan bi piştgiriya Walîtiî, ÎŞKUR, Muzeya Diyarberkirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Qaymeqamtiya Çinarê, TURSAB, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê û Tafîr Tuzê dewam dike.

Kelha Zerzevanê kete Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê

 Vekolanên bi kordinasyona Wezareta Çand û Turîzmê li Kelha Zervanê ya dîrokî ya li nêzî Demirolçeka taxa Çinara navçeya Diyarbekirê ya ku di heyama Împaratoriya Romayê da wekî baregeha eskerî hatibû bikaranîn dabûn destpêkirin 5 sal e dewam dikin.

Kolan bi piştgiriya Walîtiî, ÎŞKUR, Muzeya Diyarberkirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Qaymeqamtiya Çinarê, TURSAB, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê û Tafîr Tuzê dewam dike.

Erdê kelhê 60 dolim e û li qadê dîwarê bilindahiya wê 12-15 mêtre dirêjahiya wê hezar û 200 mêtre ye hat dîtin. Li ser vê qadê, bircê çavdêriyê yê 21 mêtre bilind e, bircê parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, merzelên kevirîn, kanalên avê, 54 sarnicên avê hene. Qasî ser erdê binê erdê jî dîrokê ronî dike.

Her ku diçe eleqeya ziyaretvan rayê kelha dîrokî ya perestgeha Mîthrasê lê hat dîtin zêde dibe.

Perestgeha Mîthrasê û Kelha perestgeha ewil a li sînorê Romayê yê rojhilatê lê hat dîtin di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê cî girtin.

"Ji bo turîzma herêmê û Diyarbekirê zehf girîng e"

Doç. Dr. Aytaç Coşkunê Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzevanê diyar kir ku Helha Zerzevanê û Perestgeha Mîthrasê ketin Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê ev ji bo domandina kolana li herêmê zehf girîng e.

Coşkun got ji bo ku têkevin lîsteya mayînde ew ê bi lez dest bi xebatan kirin û wiha pê da çû: 

"Piştî ku ji vîrusa koronayê xilas bibin xebatên kolanê ew ê dewam bikin. Dema em têkevin lîsteya UNESCOyê em li dinyayê zêdetir werin zanîn. Ev ji bo turîzma herêmê û Diyarbekirê zehf girîng e. Sala par 355 hezar û 178 turîstên xwecî, 69 hezar û 27 turîstên biyanî bi tevahî 424 hezar û 205 turîstî Kelha Zerzevanê ziyaret kirin. Em li bendê ne ku piştî nexweşiyê ziyaretê zêde bibe."

Coşkun ji kesên keda wan tev bûn ra sipas kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE