Bi hatina biharê re kerengên çiyayên Siirtê jî hatin bazarê. lêbelê li gorî par, îsal gelek kêm in. lewra ji ber koronayê welatî nikarin biçin çiyê û kerengan berhev bikin.
Kereng bêtir li aliyê çiyayan çêdibe.
Bi hatina biharê re jî şîn dibe û tê bazarê.
Li Siirtê li aliyê gundên çiyayî yên Berwarî û Şîrwanê kereng çêdibin. Gelek gundî bi firotina kerengan debara xwe dikin.
Lêbelê îsal kerengên ku li bazaran tên firotin gelek kêm bûn.
Lewra welatî ji ber tevdîrên koronayê nikarin derkevin çiyê û kerengan ji erdê rakin.
Ji bo wê jî li çarşî û bazaran gelek kêm tên firotin.