Kermesa xwendekaran a ji bo Yemenê

Xwendekaran bi kermesê ji bo feqîran pere dan hev

Kermesa xwendekaran a ji bo Yemenê

Li Yemenê qeyranek diqewime. Birçîbûn û şer pişta gelê Yemenê diqurifîne. Gelê Tirkiyê jî him bi saziyên xwe, him jî bi derfetên xwe alîkariya xelqê yemenê dike. Li niseybînê jî xwendekaran ji bo yemenê kermes çêkir.

Li hemberî xelayê bêdeng neman û li gorî qeweta xwe xwestin alîkariyê bikin.

Xwendekarên Îmam Xetîba 15ê Tîrmehê ya Nisêbînê, xwarin û vexwarînên ku li malê çêkirin, li ber mizgeftê frotin.

Wan xwest him bala welatiyan bikşînin ser rewşa xelqê Yemenê, him jî perê ku ji kermesê bê jê re bişînin.

Qeymeqam û rayedarên Nisêbînê jî çûn serdana kermesê û tevlî xêra ciwanan bûn.

Nisêbînî ji ked û armanca xwendekaran gelek razî bûn.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE