Kesê di roviyên xwe da hişbir veşartibû, hat binçavkirin

Li Ağrıyê Îraniyekî di roviyên wî da hişbir veşartibû, hat binçavkirin

Kesê di roviyên xwe da hişbir veşartibû, hat binçavkirin

 Li Ağrıyê kesekî ji Îranê yê ku hat tesbîtkirin di roviyên xwe da hişbir veşartiye, hat binçavkirin.

Polêsan li ber Midûriya Şaxa Kontrola Trafîkê ya Herêmê wesayîtek dan sekinandin û kontrol kirin.

Di kontrolê da li ser kesekî bi navê M.J. yê ji Îranê 10.17 gram metamfetamîn hat bidesxistin.

Ekîban M.J. binçav kirin, lê dema xwarinê wî xwarina xwe nexwar û bişik tevgeriya ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ağrıyê.

Li nexweşxaneyê dema rontgena M.J. hat kişandin, hat tesbîtkirin ku di roviyên wî da 345,19 gram metamfetamîna wek bi 12 kapsulan hatiye amadekirin heye.

Şikbarê ku tevahî bi 355.36 gram metamfetamînê va hat binçavkirin wê sewqî adliyeyê bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE