Keser Buluya ji Silopiyê 13 roj in winda ye

Xizmên wê yên neçar li benda xebereke xêrê ne

Keser Buluya ji Silopiyê 13 roj in winda ye

Keser Buluya 38 salî ya ji silopiya şirnexê 13 roj in winda ye. Bulu, ji sedî 50î di hêşê xwe de astengdar e. Xizmên wê yên neçar û perîşan jî li benda xebereke xêrê ne.

Keser Buluya 38 salî li taxa Başaka Silopiya Şirnexê dijî.

Bulu, di heşî xwe de ji sedî 50î astengdar e.

Beriya 13 rojan ji bo biçe nexweşxaneyê ji mala xwe derket û êdî venegeriya.

Xizmên wê jî ev 13 roj in ji wê xeberekê nastînin.

Hevserê wê Yusuf Bulu jî nexweş e, li malê bi zarokên xwe re bi neçarî û pêrîşanî li benda wê ne.

Xizmên wê ji bo dîtina Keser Buluyê ji rayedaran alîkariyê dixwazin.

Hêviya wan tevan ew e ku rojekê beriya rojekê Keser were dîtin.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE