Kesên 65 salî û mezintir piştî ku belgeya îznê hildin dikarin bi hinceta turîzmê seyehat bikin

Li gor biryarnameya ji waliyan ra hat şandin kesên 65 salî û mezintir piştî ku belgeya îznê hildin dikarin bi hinceta turîzmê seyehat bikin.

Li gor biryarnameyê kesên di 3 salên dawîn da neqla ezayê û îlika hestî bûbûn, di wan da kêmasiya îmmunê hebin û nexweşên diyalîzê wê serî li belgeya îznê ya seyahatê nexin.

Kesên 65 salî û jê mezintir ji bona "Belgeya Îzna Seyehatê ya Bo Gerê" hildin mecbûr nînin ku herin saziyên tenduristiyê, walîtî yan jî qaymeqamtiyê.

Serlêdanên ji bona "Belgeya Îzna Seyehatê ya Bo Gerê" wê ji ser "Xeta Alîkariya Civakî ya Wefeyaê-Alo 199" yan jî "e-Devlet"ê bên kirin.

Kesên 65 salî û jê mezintir herî zêde ji bona 6 kesan dikarin serlêdana belgeya îzna seyehatê bikin ku xizmên wan yên nêzik bin û di heman rewşê da bin.

Kesên 65 salî û mezintir "Belgeya Îzna Seyehatê ya Bo Gerê" wê di rêwitiya otobês, balafir, tren û wesaîtên taybet da biemilînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE