Kesên di Erdheja Marmarayê da mirin bi merasimê hatin bibîranîn

Kesên di Erdheja Marmarayê da mirin bi merasimê hatin bibîranîn

Li Golcuka navçeya Kocaeliyê ji bo kesên ku di erdheja 17ê tebaxa 1999an da mirin merasim hat lidarxistin.

Çalakiya ku li perava Taxa Kavakliyê hat lidarxistin da sekna rêzdariyê hat kirin, paşê sirûda Îstiqlalê û Qur'ana Pîroz hat xwendin û merasimê dest pê kir.

Haydar Akarê Wekîlê Serokê Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) di bernameyê da axivî û ragihand pêkan e ku çalakiya bibîranînê li tevahiya welêt bê kirin û haydarbûnê derxîne holê, bi pêşîkêşiya Golcukê dibe ku Navenda Erdhejê ya Tirkiyeyê ava bikin.

Akar got "Dema ku li dibistanan der barê erdhejê da agahî tên dayîn û haydarbûn tê pêkanîn di heman demê da divê der barê bobelatên sirûştî da agahî bên dayîn û haydarbûnê derxînin holê. Divê vê perwerdeyê bidin zarok û civwanên me."

Seddar Yavuzê Waliyê Kocaeliyê got ku her bajar hema bêje wekî ewladekî gelê Tirk e û got ku "81 ewladên gelê me, ango 81 bajarên wan hene. Li kîjan bajarê me êşek biqewime dilê me dişewite û em alîkariyê dikin. Bi vê wesîleyê di 17ê tebaxê da dilê me şewitiye. Dîsa mixabin ku di şewat û lehiyan da birayên me mirin."

Yavuz destnîşan kir ku piştî Erdeha Marmarayê ya 17ê tebaxa 1999an da paradîgmaya der barê afatan da guherî û ev guherîn bi avakirina pergala AFADê dest pê kir, hemû tevdîrên der barê bobelat û rewşên acîl da ji navendekî tê birêvabirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE