Kesên di erdheja Vanê da miribûn hatin bibîranîn

Kesên di erdheja Vanê da miribûn hatin bibîranîn

Kesên di erdheja 23yê cotmeha 2011an ya li Ercişa navçeya Vanê da miribûn li ser merzelên wan hatin bibîranîn.

Veysel Saglamê Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Yeknîkî û Karên Meslekî ya Mehmet Murat Îşler, mamoste, xwendekar û malbatên wan li Goristana Seyîd Mihemed kom bûn.

Saglam û kesên pê ra ji bo mamosteyên di erdhejê da miribûn dia kirin û gul danîn ser merzelên wan.

Saglam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di erdheja 23yê cotmeha 2011an da 604 kes mirin.

Saglam diyar kir ku di erdhejê da 63 mamoste mirin û wiha pê da çû: "Di erdhejê da Mehmet Murat Îşlerê alîkarê midûrê xwendingeha me jî mir. Hevalê me kedeke mezin dabû xwendingeha me. Xwendkarên di heyama wî da xwendibûn nika bûn mamoste."

Maşallah Akkuşê mamoste jî wiha axivî: "Me merzelê mamosteyên xwe ziyaret kirin. Me bi xwendekaran ra dia kir, xitim xwend. Rihma Xwedê li hemûyan be. Xwedê miyeser bike em ê wekî mamosteyê xwe yê rihmetî dewam bikin. Em xwendekarên wî bûn. Em ê di rêya wî da herin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE