"Kesên dimsê tûyan dikirin diecibînin û cardin dixwazin"

Li Bingölê welatiyên ku ji bav û kalên xwe çawa dîtine wisa dimsê Sîwanê çêdikin piştî kedeke mezin dimsê xwe amade dikin.

"Kesên dimsê tûyan dikirin diecibînin û cardin dixwazin"

 "Dimsê tûyan yê Sîwanê" ku hatiye tescîlkirin û li Bîngolê tê çêkirin piştî kedeke mezin amade dibe.

Welatî gava tû digihêjin derdikevin serê daran û tûyên li serê daran pêşiyê dadiweşînin û di pey ra jî tûyên ji qirş û qalan tên veqetandin dikin sîtilan. Parî av berdidin serê û li ser kuçikan tên kelandin. Ji bona şîrêza tûyan hildin sê-çar caran tê dapalandin.

Welatiyên ku ji bav û kalên xwe çawa dîtine wisa dimsê Sîwanê çêdikin piştî kedeke mezin dimsê xwe amade dikin.

Dimsê ku dikin sêniyan 3 roj li ber tavê dimîne û di pey ra ji bona bê xwarin hazir dibe.

"Kesên dimsê tûyan dikirin diecibînin û cardin dixwazin"

Ji gundê Yenîbaşlara li ser Bîngolê Hatîce Kîşiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hema hema 30 sal e dimsê tûyan çêdike.

Hatîce Kîşiyê diyar kir ji bav û kalên xwe çawa dîtiye wisa dims çêdike û wiha peyivî, "Karekî zehmet e. Em dimsê çêdikin dikin şûşeyan ji kesên dixwazin ra dişînin. Kesên dimsê tûyan dikirin diecibînin û cardin dixwazin. Tiştekî li navê nakeve û bi temamî tebiî ye."

Mucahît Kîşî jî diyar kir 15 sal e derdikeve serê daran û tûyên li serê daran dadiweşîne û wiha axivî, "Daweşandin û çêkirina dimsê tûyan zehmet e. Gava zivistanê qirika me diêşe di dewsa derman da em dims dixwin. Ji bona me zehf bi qîmet e. Îsal gorî salên berê darê tûyan baş negirtin. Heta em sax bin em ê mînanî bav û kalên xwe dimsê tûyan çêkin. Em ê dev jê bernedin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE