Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand 10 kesên hewl didan dereqanûnî ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê, ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, hatin girtin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya WPNyê wiha hat daxuyandin: "10 kesên hewl didan dereqanûnî ji welatê me derbasî Yewnanistanê, ji Sûriyeyê jî derbasî welatê me bibin ji hêla hêzên me yên hidûdê hatin girtin. Hat ragihandin ji kesên hatin girtin jê 5 endamên FETOyê û yek jî endamê PKKya rêxistina terorê ye."
AA