Kesên ji ber aşîtê mehsûr mabûn hatin xilaskirin

Rêwiyan ji ekîbên rêvekirinê ra sipas kirin...

Kesên ji ber aşîtê mehsûr mabûn hatin xilaskirin

 Li rêbeja Hekarî-Wanê li tanga Betişebaba navçeya Şirnexê aşît ket ji ber vê 47 kes mehsûr man. Piştî xebata ekîban gihîştin kesên asêmayî.

Li gor agahiyên hatin sitandin, Gidukê Suwarî Kutrayê yê li Andça gundê Betişebabê 2 roj berê ji ber aşîtê hat girtin. 2 minibêsên ji Betişebabê ber bi Wanê diçûn bi 47 rêwiyan mehsûr man. Rêya hat girtin piştî xebata ekîbên rêbejan ya ku 2 rojan li ber xwe da hat vekirin. Rêwiyan ji ekîbên rêvekirinê ra sipas kirin.

Esat Aslanê rêwî yê mehsûr mabû daxuyanî da û diyar kir ku ekîb 2 rojan bi şev û bi roj xebitîn û rê vekirin. Aslan destnîşan kir ku li hin ciyan qalindiya berfê digihîje 2 mêtreyan ji ber xebata wan ji ekîban ra sipas dike.

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE