Kesên ji ber berf û aşîtê di rê da mabûn hatin xilaskirin

Li Hakkariyê kesên ji ber berf û aşîtê di rê da mabûn hatin xilaskirin

Kesên ji ber berf û aşîtê di rê da mabûn hatin xilaskirin

 Li Hakkariyê ji ber berf û aşîtê rêyên gundan hatin girtin û 10 kesên di 2 minîbusên yek jê servîsa nexweşan bû da diman piştî xebatên ekîbên rêbejê ku 3 saet dewam kir, hatin xilaskirin.

Li ser rêya gundê Kaymakliyê ku bi qasî 45 kîlometre ji navendê dûr e servîsa nexweşên diyalîzê û minîbuseke gundî pê tên û diçin ji ber berf û aşîta ket di rê da man.

Li ser xeberê ekîbên berf paqijkirinê ya Amirtiya Şaxa 114mîn a Rêbejan piştî xebata 3 saetan rê vekir û hemû gundî gihîştin gundên xwe.

Şofêrê servîsa nexweşên diyalîzê Firat Ertuş diyar kir ku dema ew ketin rê ji alî jêr va aşît hat û hindik mabû ew jî di binî da bimînin.

Ertuş ragihand ku li ser vê xeber dan rayedaran û wiha dewam kir: "Berf zêde dibare. Li vê derê berf heta navê tê."

Şofêrê minîbusê Aydin Alpsar jî ji ekîbên alî wan kirin ra spas kir.

Rêya Hakkarî û Vanê jî ji ber ketina aşîtê bi qasî demekê ji çûn û hatinê ra girtî ma û piştî xebata ekîbên rêbejê berf hat paqijkirin û rê ji çûn û hatinê ra vebû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE