Kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin Eynkebîrê

"Ji ber şewbê bi derekê va çûyîn taluke ye. Ji ber vê jî em hatin vê derê. Tevlî zarokên xwe hatim û em ji xwe ra kêf dikin."

Kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin Eynkebîrê

Eynkebîra li Hanî ya navçeya Diyarbekirê bi xweşiyên xwe yên siruştî û ava xwe ya mîna cemedê va mazûvaniya ziyaretvanên ji germê aciz bûne dike.

Li herêmê germahiya hewayê hin caran ji 40 pileyî derbas dibe û kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin cihên siruştî yên hênik ên li bajêr.

Eynkebîra li gundê Serena ser Hanî ya navçeya Diyarbekirê ye ji bo welatiyên ji germê aciz dibin û dixwazin bêhna wan derkeve berê xwe didin vê derê.

Welatî di nav hêşînahiya Eynkebîrê da ji aliyekî va seyranê dikin û ji aliyekî va jî xwe di ava mîna cemedê da hênik dikin.

Îbrahîm Îçliyê ji navenda Diyarbekirê tevlî malbata xwe ji bo ger û kêfê hatiye Eynkebîrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku geliyê Eynkebîrê cihekî xweş e.

Di axaftina xwe da Îçlî got: "Ji ber şewbê bi derekê va çûyîn taluke ye. Ji ber vê jî em hatin vê derê. Tevlî zarokên xwe hatim û em ji xwe ra kêf dikin. Hewa pir germ e lê av mîna cemedê ye. Em par jî hatibûn û îsal jî min zarok bi xwe ra anî û hatim.

Ji welatiyan Burhan Bayer jî ragihand ku geliyê Eynkebîrê cihekî gelek xweş e û wiha domand: "Ev der ji bo navçeyê cihakî baş e. Dema hewa germ be em xwe diavêjin vê derê. Cihekî dîtin û çûn û hatina wê zehmet nîne. Em dixwazin bila herkes were vê derê. Em zebeş datînin ava wê zebeş dibe du telaş, xwezî ev av li her derê hebûya."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE