Wezareta Karên Naxweyî der barê kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine û li gor şertên îzolasyonê hereket nakin da ji walîtiyên 81 bajaran ra bi navê "Îzolasyona Li Wargeh û Pansiyonan" biryarname şand.
Li gor biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî kesên li gor şertên îzolasyona li malê hereket nakin wê dema xwe ya karantînayê li wargeh û pansiyonan derbas bikin.
Li gor biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî ewlehiya wargeh û pansiyonan wê di çavdêriya amirên îdareya mulkî da be û personelên hewce dikin bên wezîfedarkirin.AA