Kesên ku di êrîşa Gara Enqereyê da hatin kuştin hatin bibîranîn

Yên ku mirovên wan hatin kuştin, di 6emîn salvegera êrîşê da qurnefîl danîn ber Abîdeya 10ê Cotmehê û balonên reş ber bi asîman firandin

Kesên ku di êrîşa Gara Enqereyê da hatin kuştin hatin bibîranîn

Kesên ku di êrîşa terorê ya ku di 10ê Cotmeha 2015an da ji aliyê du xwekujên rêxistina terorê DEAŞê li paytext Enqereyê li ber gara trênê hat kirin da hatin kuştin, hatin bibîranîn.

Eqrebayên kesên ku di êrîşê da hatin kuştin û hin saziyên civaka sivîl ji bo bernameya bibîranîna sala 6emîn, li ber Gara Enqereyê hatin cem hev.

Kesên beşdarî bernameyê bûn pankartên "Em ê qetlîma 10ê Cotmehê nedin jibîrkirin" û wêneyên kesên di êrîşa terorê da hatin kuştin bilind kirin.

Yên ku mirovên wan hatin kuştin, di 6emîn salvegera êrîşê da qurnefîl danîn ber Abîdeya 10ê Cotmehê û balonên reş ber bi asîman firandin.

Ji aliyekî din li dorbera garê polêsan midaxeleyî komên xwestin xwepêşadana dereqanûnî bikin kirin û 22 kes binçav kirin.

Di 10ê Cotmeha 2015an di du êrîşên terorê yên li ber Gara Enqereyê da 2 jê zarok 100 kes hatibûn kuştin, 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE