''Kesên ku tovê nîfaqê diçînin, bersiva xwe wê ji miletê me bistînin''

''Kesên ku tovê nîfaqê diçînin, bersiva xwe wê ji miletê me bistînin''

Serok Erdogan: "Kesên ku dixwazin merivan berdin hev, kesên ku tovê nîfaqê li axa vî welatî diçînin, bersiva xwe wê dîsa ji miletê me bistînin."

"Em çawa xwedî li Malazgirtê dertên, bi heman semîmîyet û heman kelecanê em xwedî li Serfiraziya Mezin a ku ev ax ji me ra kir welatê ebedî jî dertên."

"Malazgîrt çi qas ya me be, fetha Stenbolê çi qas ya me be, Çanakkale jî bi heman awayî ya me ye, Dumlupinar jî Sakarya jî ya me ye."

"Di nav nirxên me yên hevpar da kesên ku cihêkariyê dikin, xwe di pişta qismekî dîroka me da vedişêrin û qismê din nebaş dikin, kesên ku ji bo behsa xizmetên Xazî Mustafa Kemal bikin, dijmintaya hinekên din dikin, belengaz in û têkiliya xwe bi vî welatî ra birîne." 

"Kesên ku her mijarê dixin navgîna îstismarê, em di ferqê da ne ku derdekî wan ê wek 30ê Tebaxê, Komar, milet û memleket tuneye."

"Kesên timî qala fabirqeya me ya tank paletê ya li Sakaryayê dikin ew kes in ku ev welat heta 2002yan qasî rêjeya sedî 70yî bi derva va girêdabûn."

"Di qada pîşesaziya berevaniyê da tehemula me ji kêmasiya kordînasyonê ra tuneye. Bi taybetî berên ku em dikarin çêkin, em pê razî nînin ku li derveyî welêt werin çêkirin."

"Ez dixwazim mizginiyê bidim ku em ê dest bi ceribandinên ewil ên fezayê ya teknolojiya motora roketê bikin ku ev teknolojî xwemalî ye û sotemeniya wê avkî ye." 

"SÎHAya Bayraktar TB2yê hedefek bi lazerê îşaret kir û pergala fuzeyê ya 230 mîlîmêtre û lazer lê barkirî ye li hedefê xist. Ev geşedana nû bi taybetî wê hêz û qeweta eskerên me yên eniyê zêde bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE