Keştiya koçberên bêdestûr binav bû: 9 mirî

Di bûyerê da 5ê wan zarok, 4ê wan jî jin bi tevahî 9 koçber mirin û 3 kes jî wenda bûn

Keştiya koçberên bêdestûr binav bû: 9 mirî

Li Ayvalika navçeya Balikesîrê keştiyeke ku koçber tê de bûn binav bû. Di bûyerê da 5ê wan zarok, 4 jê wan jî jin bi tevahî 9 kes mirin û 3 kes jî wenda bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hat dayîn, bûyer li rojavayê Girava Çiplakê çêbû.

Tîmên ewlehiya qeraxê li ser îxbarê bi 4 bot û 2 firokeyan ji bo xilaskirina koçberan çûn herêmê. 

Di encama xebatan de jinek û zarokek jî di nav de bi tevahî 5 koçber hatin xilaskirin. 

Di bûyerê da 5ê wan zarok, 4ê wan jî jin bi tevahî 9 kes mirin.

Li gor agahiyan di keştiyê da 17 kes hebûn. Tîmên qeraxê ji bona xilaskirina 3 kesên wenda xebatên xwe didomînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Gulan 2019, 18:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE