Keştiya Oruç Reis li Behra Spî dê heya 22yê cotmehê bişixule

Keştiya Oruç Reis li Behra Spî dê heya 22yê cotmehê bişixule

Ji bo qada ku Keştiya Lêkolîna Sîsmîk Oruç Reis dê lê xebatê pêk bîne, NAVTEX (agahdariya ji bo deryavanan) a nû ku dê heya 22yê cotmehê bidome hat ragihandin.

Li gorî agahdariyê, peywira keştiyê dê ji 12ê cotmehê heya 22yê cotmehê dewam bike.

Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis dê ligel keştiyên bi navê Ataman û Cengizhan li Behra Spî xebabên sîsmîk pêk bîne.

Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis, sînorên parzemînî û çavkaniyên xwezayî di serî da dikare her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografîk pêk bîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE