"keştiya sondajê ya 4emîn dê di 19ê Gulanê da li Türkiyeyê be"

Wezîr Donmez ragihand keştiya sondajê ya 4emîn dê di 19ê Gulanê da li Tirkiyeyê be

"keştiya sondajê ya 4emîn dê di 19ê Gulanê da li Türkiyeyê be"

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez ragihand ku keştiya sondajê ya 4emîn dê di 19ê Gulanê da li Tirkiyeyê be.

Wezîr Donmez di merasima vebûnê ya Civîna Di Endustriya Petrolê da Teknolojiyên Neteweyî (PEMT'22) da ya ku bi mazûvaniya Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku demeke dirêj e ku ew ji bo peydakirina bi hilberîna xwemalî ya di warê berhemên ku ji dervayî welêt tên îdxalkirin da ew veberhênana binesazî û çavkaniyê mirovan dikin û her wiha wan dest bi berhevkirina fêkiyên van hewldanên xwe jî kirin.

Wezîr Donmez wiha got, "Îro em di vejena tavê da ji sedî 75, di vejena ba û biyokutleyê da ji sedî 60 û jê jortir, di enerjiya jeotermal da jî em ji sedî 55 xwedi hilberîna teknolojiya xwemalî ne.

Her wisa Wezîr Donmez der heqê keştiya sondajê ya çaremîn da jî wiha got, "Keştiya sondajê ya çaremîn a me înşelah dê di 19ê Gulanê da li Tirkiyeyê be."

Donmez ba kişand ku hindik ma sefera keştiyê ya bi qasî 2 mehan bi dawî bibe û wiha got, "Keştiya sondajê ya 4emîn a me dê ji bo amadekariyan 2 mehan li Taşucuya Mêrsînê bimîne. Piştî xebatên pêwîst dê di maweya herî zû da dest bi sondaja ewil bike."

Donmez destnîşan kir, piştî boyaxkirin û kontrolên din, keştiya çaremîn dê dest bi sondaja xwe ya ewil bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE