Keştiya sondajê ya Ebdilhemîd Xan

Keştiya sondajê ya Ebdilhemîd Xan wê di 9ê tebaxê da rê bikeve

Keştiya sondajê ya Ebdilhemîd Xan

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez di bernameyeke televîzyonê da behsa keştiya sondajê ya Ebdilhemîd Xan kir û wiha got: "Em ê di 9ê tebaxê da keştiya sondajê ya Ebdilhemîd Xan ji Mersînê ji bo cihê wezîfeya wê ya ewil bi rê bikin."

Li ser pirsa têkiliyên bi Îsraîlê ra Donmez wiha got: "Bi taybetî di heyama hikûmeta nû ya Îsraîlê da diyalogekê dest pê kiriye. Bi Wezareta Vejenê ra têkiliyên me dewam dikin. Têkiliyeke erênî heye. Di firsenda ewil da em plana ziyaretê dikin."

Wezîr Donmez li ser bibîrxistina mitebaqata di navbera Yekîtiya Ewropayê û Azerbeycanê da ya ji bo ku zêdetir xaza siruştî bişînin Ewropayê hatiye îmzekirin jî wiha got: "Kapasîteya TANAPê pêkan e du qat bê zêdekirin. Salane 16 milyar mêtrokup xaza siruştî wê heta 31-32 milyar mêtrokupî bê zêdekirin. Ji bo ev bê zêdekirin hewcedarî bi zêdekirina veberhênanan heye. Çavkanî divê bê zêdekirin. Ji bo vê jî dem hewce dike. Me di TurkAkım û TANAPê da bi çalakî cih girt. Him ji bo xwe û him jî cinarên me yên Ewropayî me heta niha feyde bi dest xist. Heke derfet çêbibin em ê dîsa di vê pêvajoyê da cih bigirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE