Keştîvanên Tirk yên hatibûn berdan gihîştin Stenbolê

Welatiyên Tirk ên ku ji hêla hêzên Xelîfe Hefter va li Libyayê dîl hatibûn girtin gihîştin Stenbolê

Keştîvanên Tirk yên hatibûn berdan gihîştin Stenbolê

Welatiyên Tirk ên ku ji hêla hêzên Xelîfe Hefter va li Libyayê dîl hatibûn girtin gihîştin Stenbolê.

Mehmet Yilmaz Odabaşi, Eyup Eryilmaz, Necmettîn Demirhan, Eren Çakir û Bîrol Kutluyê keştîvanên Tirk ji Trablusê paytexta Libyayêbi balafirê gihîştin Stenbolê. 

Li balafirgeha Stenbolê malbat û Balyoz Murat Tamerê Nûnerê Wezareta Karên Derva yê Stenbolê pêşwaziya keştîvanan kir.

Ji keştîvanan Onur Çakir daxuyanî da û wiha got: "Înterneta me kêm bû. Ez bi malbata xwe ra hin caran diaxivîm. Gelek bûyer hatin serê me lê em baş bûn. Dewleta me ligel me bû. Serokomarê me alîkarî da me. Em bi saya Kubra Aktaşê bi silametî gihiştîn welatê xwe.

Dayik Huriye Çakirê jî got ew gelekî kêfxweş e û spasiya rayedaran kir.

Eyup Yilmaz got ku ew li Libyayê qasî hefteyekê man û wiha axivî: "Em spasiya Serokomar, Wezîrê Karê Derva û Balyozê me yê Libyayê dikin. Xwedê ji wan razî be."

6 keştîvanên welatiyê Tirkiyeyê yên ji hêla hêzên Hefter va li Libyayê dîl hatibûn girtin û piştî xebatên Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê 1ê tîrmehê hatibûn berdan. 

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE