Kevirên goristana dîrokî tên paqijkirin

Li Ahlata Bitlisê ekîbên restorasyonê 2 gorên nû dîtin

Kevirên goristana dîrokî tên paqijkirin

Xebatên arkeolojîk ên li goristana xelatê ya dîrokî dewam dikin. Ekîbên restorasyonê îsal 2 gorên nû dîtin.

Goristana dîrokî ya Selçûkiyan, di nav lîsteya Mîrateyên Cihanê de ye û ji aliyê UNESCO’yê tê parastin.

Ji bo paqijkirina nivîs û derxistina meydanê her sal li ser goristanê xebat tên kirin.

Xebat ji aliyê pisporên dîrok û arkeolojiyê ve tên kirin.

Ekîba Zanîngeha Bitlis Erenê xebatên xwe yên derxistina gorên nû didomîne.

Mamosteyê zanîngeha Bitlis Erenê İlter İgit behsa xebatên kolandinê kir û got : me di xebatên xwe yên blokaja erdê de 2 gorên nû dîtin. Bi taybetî di xebatên blokaja erdê de em rasti gorên nû tên. Ev sandûkayên ku me dîtin di bin axê de ne, xebatên derxistina wan dewam dikin.

Li Xelatê, xebatên kolandina goristana dîrokî ya Selçûkiyan wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE